Greva giştî ya li Tûnisê bandoreke giran li jiyanê kir

Li Tûnisê ku pêvajoya bi navê 'Bihara Ereban' lê dest pê kir, ji bo zêdekirina muçeyan li sektora cemaweriyê greva giştî pêk hat.

Yekîtiya Karê Giştî ku sendîkaya herî xurt a li Tûnisê ye, ji bo muçeyê 670 hezar karmendî bê zêdekirin, roja Pêncşemê kete greva giştî.

Ji ber greva giştî, ragihandina li wesayitên cemaweriyê, rêyên hewayî û deryayî felç bû. Xizmeta li van sektoran di asta mînîmûmê de ye.

Serokwezîr Yûsûf Şahîd iyar kir, li gorî rewşa maliyeya cemaweriyê bi armanca lihevkirina li ser muçeyekî rasteqîn wê bi sendîkayê re rûnê.

Hikumeta Tûnisê ku Kanûna 2016'an bi Fona Pereyan a Navneteweyî (ÎMF) re li ser bernameyeke ji 2,45 milyar dolarî li hev kir, hewl dide li qada cemaweriyê teserûfê bike.

Ji ber grevê bi hezaran xebatkarên sektora taybet jî neçûn kar. Metro, tren, otobus sekinînin. Dibistan hatin girtin, xwendekar li malên xwe man, mamosteyan jî perwerde boykot kirin.

Xizmetên tenduristiyê jî daket asta herî kêm. Tenê servîsên lezgîn dixebitin.

Grevê bandoreke giran li seferên balafiran kir.

Xebatkarên şaredariyê jî tevlî grevê bûn. Sendîkayê hişyarî da hikumetê û diyar kir, eger çareserî pêk neyê wê rojên bê grev mezintir bibe.