Greta Thunberg doz li Tirkiyeyê vekir

Greta Thunberg jî di nav de 16 zarokan doz li rêveberên pênc welatan vekirin ku Tirkiye jî di nav de ye, ji ber ku konvansiyona mafên zarokan binpê kirine.

Ciwan û zarok mehên dawî li dijî guhertina avhewayê dadikevin qadan û bangê dikin, lê belê karê wan ne tenê ev e.

Aktîvîsta Swêdî Greta Thunberg a 16 salî jî di nav de 16 ciwanan vê carê li qada hiqûqê dest bi hewldanan kirin.

Zarok nerazîbûnê nîşanî rêveberan didin ku li pêşberî guhertina avhewayê bi xemsarî tevdigerin û diyar dikin ku bi vî rengî mafên zarokan tên binpêkirin.

Thunberg li New Yorkê di dema civîna bilind a avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî de axivî û diyar kir, rêveberên dinyayê beriya 30 salan soz dan ji bo parastina tenduristiyê û mafên zarokan, lê belê ev yek pêk neanîn.

Alexandrîa Vîllasenor ku weke Greta Thunberg a DYE'yî tê pênasekirin got, "Me hemûyan dîtin ku mafên me hatine binpêkirin û înkarkirin."

Ji 12 welatan 16 kesên ji 8 heta 17 salî gilî kirin û pênc welatên ku di pratîkê de hawirdorê gemarî dikin kirin hedef. Zarokan giliyê rêveberên Fransa, Elmanya, Arjantîn, Brezîlya û Tirkiyeyê kirin. Gilîkirin di çarçoveya 'protokola hilbijartinê' de ya peymana Neteweyên Yekbûyî hate kirin.