Girtiyên Filistînê greva birçîbûnê bi dawî kirin

Bi sedan girtiyên Filistinê ku ji nivê meha Nîsanê ve di greva birçîbûnê de bûn ragihandin ku dawî li greva birçîbûnê anîne.

Girtiyên Filistinê daxwaz kirîbûn ku şert û mercên girtîgehan baştir bibin. Komeleya Girtiyên Filistinê ragihandin ku berpirsên Îsraîlê û nûnerên girtiyan li hev kirine.

Yek ji berdevkên rêveberiya girtîgehê yê ji Îsraîlê ji AFP'ê re axivî û ev piştrast kir. Li gorî agahiya ku berdevk daye di hevpeymanê de girtî xweyî mafê hevdîtinê yê 2 caran e.. Beriya grevê tenê carekê mafê hevdîtinê hebû.

Daxwazên girtiyan bi taybet li girtîgehan ew bûn ku mafê telefon bidin, mafê serdanan were berfireh kirin, şert û mercên baştir  yên jiyanê bên avakirin, dawîanîna li tecrîdê, bikaribin li kanalên televizyonan temaşe bikin. Gelek ji daxwazên girtiyan hatine red kirin.

Greva birçîbûnê roja Şemiyê ket roja 41'an . Li gorî çavkaniyên Filistînê nêzîkî hezar girtî tevlî grevê bûne.Rêxîstîna Heyva Sor a Navnetewî ku roja Pêrşemê daxuyaniyek dabû, diyar kirîbûn ku greva birçîbûnê ketiye rewşek taloke  û ragihandibûn ku rewşa tendirustiya girtiyan dibe ku encamên nebaş bîne û êdî vegera wê nebe.

Greva birçîbûne bi taybet li ser banga serokê tevgera El Fetih ku di dema 2000 û 2005'an di dema întifada 2. Merwan Bargûtî di 7'ê Nîsanê hatibû destpêkirin. Bargûtî ji êrîşan berpirs hatibû dîtin û heta dawiya emrê xwe mehkûmi girtîgehê hatibû kirin. Ji hemû beşên girtiyên siyasî yên Filistînê beşdarî grevê bibûn. Di nava van de endamên Hamasê jî hene.

Di xaka Filistînê de vê grevê deng veda, bi armanca piştgiriya li greva birçîbûnê di 23'ê Gulanê de li hemû herêman grev hat ragihadin. Serokê DYE’yê Donald Trûmp jî di rewşek wiha de serdana serokê rêveberiya Filistînê Mahmûd Abbas kirîbû.