Girtîgehên nepen ên CIA’yê: Romanya û Lîtvanya hatin mehkûmkirin

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê ji ber ku cih dane girtîgehên nepen ên CIA’yê di sala 2015’an de Polonya mehkûm kiribû. Dadgehê vê carê ji bo Lîtvanya û Romanyayê jî biryara mehkûmiyetê da.

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê serlêdana du girtiyên girtîgeha Gûantanamoyê nirxand. Girtiyên Gûantanamoyê diyar kirin ku di navbera salên 2004 û 2006’an de li navendên nepên ên CIA’yê yên li Lîtvanya û Romanyayê girtî bûne.

DMME’yê du biryar stend û ji bo binpêkirina mafên mirovan a di girtîgehan de ya bi ji bo teşkîlata îstîxbaratê ya Amerîkayê hatiye kirin, Romanya û Lîtvanya mehkûm kir.

Dadgehê diyar kir ku ji ber binpêkirina xala qedexekirina êşkenceyê, mafê azadî û ewlehiyê, hurmeta li hemberî jiyana taybet, ev biryar hatine dayîn. Dadgehê diyar kir ku divê Romanya û Lîtvanya ji bo her kesekî ku doz vekiriye 100 hezar Eûro tazmînata manewî bide.

Hikumeta Lîtvanyayê nerazîbûn nîşanî biryarê da û peyam dan ku ew dikarin îtîraz bikin. Romanya û Lîtvanya ji bo îtîrazî biryarê bikin û bixwazin bila ev doz ji nû were lêkolînkirin, sê mehên wan hene.