Geşedanên dawîn ên şerê Rûs-Ûkraynayê

Piştî ku Rûsyayê li hemberî Ûkraynayê operasyoneke leşkerî da destpêkirin ji welatên rojava nerazîbûn zêde bûn. Mûxafizên sînor ên Ûkraynayê diyar kirin artêşa Rûsyaê ketine herêma Kîevê.

Piştî ku Serokê Dewleta Rûsyaê Vladîmîr Pûtîn fermana operasyona li ser Ûkraynayê da, bomberdûman û şer didome. Li gorî agahiyan hêza Rûsyayê û hêzên Donbass (Donetsk û Lûhansk) li hemberî artêşa Ûkraynayê bi pêş ve diçin.

Hêzên Rûsyayê di operasyonê de axa Belarûsê bi kar tînin. Fransayê jî vê helwesta Belarûsê şermezar  kir.

DYE û YE ji bo zext û pêkanînan biryar stendin. NATO jî bi lezgînî dicive. Londrayê diyar kir wê li hemberî aboriya Rûsyayê pêkanînên giran bikin.

Sekreterê Giştî yê NATO’yê Jens Stoltenberg diyar kir wan biryareke plana parastinê stendine û wê roja Înê vîdeokonferansekê li dar bixin. Vê hêza reaksiyonê ya NATO’yê ji 40 hezar leşkeran pêk tê.

ARTÊŞA RÛSYAYÊ BI PÊŞ VE DIÇE

Artêşa Rûsyayê di nav axa Ûkraynayê de bi awayekî berfireh bi pêş ve diçe. Rûsya gihiştiye herêma Karkhovka ev 60 kîlometreyan li bakurê Kirimê ye. Ev jî diyar dike Rûsya çiqasî bi pêş ve çûye.

Li gorî daxuyaniya nivîskî ya mûxafizên sînor ên Ûkraynayê hêzên Rûsyayê bi fuzeyên Gradê ji bo ku li baregehên leşkerî bixînin ketine herêma Kîevê ya Belarûsê.

Nûçegihanekî AFP’ê yê li herêmê jî diyar kir gelek helîkopter li ser hin taxên Kîevê digerin.

PESKOV: ÇI QASÎ HEWCE BE WÊ EWQASÎ BIDOME

Berdevkê Kremlînê Dmîtrî Peskov jî diyar kir wê operasyona li ser Ûkraynayê li gorî pêdivî û hewcedariyê bidome.

Serokkomarê Ûkraynayê Volodîmîr Zelenskî jî Rûsya şiband Elmanyaya Naziyan û got “Rûsya wekî di şerê cîhanê yê duyemîn de fenanî ku Elmanyaya Naziyan êriş kiribû, ew jî êrişî Ûkraynayê dike.”

GELEK KES MIRINE

Li rayedarên herêmî li Odesayê bi fuzeyan êrişek hatiye kirin, di vê êrişê de 18 kes û li bajarê Brovary ê nêzî Kîevê jî 6 kes mirine.

Serokkomarê Ûkraynayê Volodîmîr Zelenskî jî diyar kir ku 40 leşker û 10 sivîl mirine. Li gorî texmînan bîlanço girantir e.

NERAZÎBÛNA WELATAN

Serokwezîrê Îngîltereyê Borîs Johnson ji bo civîna lezgîn bangî serokên hikumet û dewletên endamên NATO’yê kir.

Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron jî xwest civîneke lezgîn were lidarxistin.

Lîtvanyayê jî li ser axa xwe rewşa awarte îlan kir.

Moldovayê jî diyar kir wan qada xwe ya hewayî girtine.

Wezîrê Karê Derve yê Îranê Emîr Abdullahiyan jî diyar kir ji ber provokasyonên NATO’yê şerê li Ûkraynayê dest pê kiriye.

Wezîrê Karê Derve yê Îsraîlê Yaîrr Lapîd jî vê operasyona li ser Ûkraynayê şermezar kir.

Wezîrê Karê Derve yê Çînê Wang Yî jî diyar kir ew heq didin fikarên Rûsyayê yên li ewlekariyê.