Gerry Adams erkê xwe yê seroktiya IRA dewirî McDonald kir

Serokê Sînn Feînê Gerry Adams, îro erkê xwe dewirî Mary Lou McDonald kir.

Serokê Sînn Feîn Gerry Adams yê efsanewî, erkê xwe yê 34 salan, îro bi kongreyeke taybet dewrî Mary Lou McDonald kir.

Di meha Mijdarê ya sala derbazbûyî de, di kongreya Sînn Feînê de dîsa Adams ji bo seroktiyê hatibû hilbijartin, di demeke nêz de dabû diyarkirin ku wê erka xwe radestî nifşekî din bike.

Ji ber ku Mary Lou McDonalds, ev nêzî deh sal e weke destê rastê yê Adams kar dike tê texmînkirin ku wê karê dewirkirina erkê zêde dirêj neke.

Ji bo giredana Bakur û Başûrê Îrlanda, Adams di berxwedana tê meşandin de kesekî sembolîke, di başûrê Îrlanda de wekî mîmarê azadiyê tê nîşandan.

Adams ê yek ji kesên ji bo yekbûyîna Bakur û Başûrê Îrlandayê têkoşîn kirin bûye sembol, li Bakurê Îrlandayê jî weke mîmarê aştiyê tê nîşandan.