Gerîlayên FARC’ê yê berê pêvajoya aştiyê dinirxînin

Gerîlayên berê li mekanên ku ji bo agirbest û danîna çekan li herêmên bejahî yên berê hatibûn avakirin li hev kom bûn.

Wê li dawîya vê hefteyê ji aliyê delegeyên lîderên Hêza Şoreşger a Alternatîf a Gelan (FARC) û Mekanên Yekbûna Civakî û Perwerdehiya Herêmî (ETCR) ve civîneke girîng bê lidarxistin. Wê di vê civînê de pêşketinên yekbûna civakî û zehmetiyên wê bên nirxandin û perspektîfên ji bo siberojê bên pêşkêşkirin.

Gerîlayên berê li mekanên ku ji bo agirbest û danîna çekan li herêmên bejahî yên berê hatibûn avakirin li hev kom bûn. Piştî ku ev pêvajo biqede, ji bo pêkanîna yekbûna civakî ya li ser mijar Lihevkirina dawî pêk were, derket holê ku pêwîstî bi mekanên baş heye. Di qonaxa yekem de 26 mekan hatin avakirin. Tê plankirin ku bi demê re çendek din jî werin avakirin.

Li bendêye ji bo xistina nava hevsengiyekê de ji hemû ETCR’an ji komên kolektîf delege tevlî bibin, bi vî rengî ji bo Lihevkirina dawî tabloyeke baş derkeve holê. Bi taybet di warê yekbûna civakî de.

Ji avakirina kongreya partiya FARC’ê ango Tebaxa 2016’an û vir ve ev cara yekem e ku bi saya vê gerîlayên berê kom dibin û siberoja xwe gotûbêj dikin.