'Gerîla bi hêz e û em li pişta wan e'
Li Kobanê, malbatên gerîlayan salvegera 46'an a damezrandina PKK'ê pîroz kirin û diyar kirin ku ew li pişta hêza xwe ne.
Li Kobanê, malbatên gerîlayan salvegera 46'an a damezrandina PKK'ê pîroz kirin û diyar kirin ku ew li pişta hêza xwe ne.
Ji malbatên gerîlayan ên li Kobanê Ehmed Babokî û Bedîa Îsmaîl bi wesîleya salvegera 46'an a damezrandina PKK'ê ji ANF'ê re axivîn.
Bavê du gerîlayan Ehmed Babokî têkoşîna ku niha li çiyayên azad diqewime silav kir û got, "Ti carî gerîlayên me li hemberî reşkujên dîrokê wê serî netewînin. Em ê li pişt zarokên xwe bin."
Ehmed Babokî salvegara 46'an li Rêber Apo, li şehîdên azadiyê û gerîlayên pîroz kir û got: "Em berxwedana gerîlayên azadiyê silav dikin. Gerîla di wan şert û mercên herî zehmet de li ber xwe didin. Dewleta Tirk bi çekên qedexekirî êrîşî gerîla dikin, lê ruxmî hemû êrîşên dagirkeriyê gerîlayên berxwedaniyeke ku efsane û destan tên nivîsandin dike. Di nava wan şert û mercan de çalakiyên bi bandor dikin. Ew êrîşa ku bi hevkariya PDK'ê dibe wê mutleq têk biçe. Gel cihê moralê ye ji bo gerîla, em ji gerîlayên xwe re dibêjin, çi dibe bila bibe em ê heta dawiyê li pey we bin."
'GERÎLA HÊZ, VÎN Û HEBÛNA ME YE'
Babokî diyar kir ku gerîla hebûna wan e, ne gerîla bin hêza wan jî tune ye û got: "Gerîla hêz, vîn û hebûna me ye, em ê her tim moralên zarokên xwe bilindtir bikin. Divê em xwedî li xwîna şehîdên xwe derkevin, piştgiriyê bidin gerîlayên azadiyê."
Ehmed Babokî di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Silavên me ji vir heta Îmraliyê ji Rêber Apo re û ji çiyayên Kurdistanê ji gerîlayên azadiyê re heye, em berxwedana wan silav dikin em ê bi wê berxwedaniyê azadiya fîzîkî a Rêber Apo û azadiya her çar parçeyê Kurdistanê misoger bikin."
'HÊZ Û VÎNA GERÎLAYÊN ME XURT E'
Dayîka du gerîlayan, Bedîa Ismaîl damezrandina Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) li Rêber Apo, gerîlayên azadiyê, şehîd û malbatên şehîdan, şervanên di eniya şer de, pîroz kir û got: "Weke em dibînin gerîlayên me di şert û mercên herî zehmet de berxwedaniyeke dîrokî dikin. Bi vê berxwedanê re ne tenê dewleta Tirk her wiha Mala Barzanî jî têk çû, ji ber ku hevkarê dewleta Tirk e. Bi çekên qedexekirî dagirker êrîş dike, qaşo ev çek li hemû cîhanê qedexe ye lê li çiyayên me û li zarokên me qedexe nabînin. Em dibêjin gerîla hebûna me û hêza me ye, em ê li pey gerîlayên xwe bin. hêz û vîna gerîlayên me xurt e."
'GERÎLA BI HÊZ E, EM JÎ LI PIŞTA WAN E'
Bedîa diyar kir ku bi saya gerîlayên û fikir û felsefeya Rêber Apo di bin şert û mercên herî zehmet de gerîlayên azadiyê her tim serdikevin û derbên herî giran li dagirkerên dewleta Tirk dixin û got: "Bangawaziya me ji zarokên me re heye. Em ji wan re dibêjin gerîla bi hêz e û em jî li pişta wan e. Em baweriya xwe ji wan dibin û ew jî morala xwe ji dayîk û bavê xwe digrin. Em ê jî bi roj û şevê ji bo gerîlayên xwe seferber bin û bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo em ê têkoşîn û berxwedana xwe xurtir bikin û azadiyê êdî misoger bikin."