Generalê Îranî: Sînor xeta me ya sor e

Şefê Mûxafizên Şoreşê yê Îranê Huseyîn Selamî piştî xistina firokeya bê mirov a Emerîkî daxuyaniyek da û diyar kir, binpêkirina sînor ji bo wan xeta sor e.

Li gorî ajansa nûçeyan a Tasnimê general Selamî got, "Ev yek peyameke vekirî ye: Mûxafizên sînor li dijî hemû êrîşên derve disekinin."

Generalê Îranî diyar kir ku helwesta wan misoger û mutleq e û got, "Em diyar dikin ku em şer naxwazin, lê belê amade ne ku bersivê bidin hemû îlanên şer."

Ev daxuyanî piştî xistina firokeya bê mirov a DYE'yê li Kendava Hurmuzê hate dayin. Rayedarên Emerîkî jî piştrast kirin ku firokeya wan a bê mirov hatiye xistin. Li gorî Îranê firokeyê sînor bin pê kiriye. Li gorî rayedarê DYE'yî firoke li qada hewayî ya navneteweyî bû. Vê bûyera nû fikarên şer ên navbera her du hêzan zêde kirin.