General Haftar got ew hazir in li hev rûnin

General Halîfe Haftar ku ji bo paytexta Libyayê Trablûsê bi dest bixe ji Nîsanê û vir ve operasyonê dike, got ew hazir in li hev rûnin.

Haftar bi daxuyaniyeke niviskî got, ''Kengî jî be divê mirov bide û bistîne û li dora maseyekê li hev rûne''.

Haftar ev daxuyanî beriya wê civînê da ku Pêrşemê li Newyorkê li Desteya Giştî ya Konseya Neteweyên Yekbûyî li ser Libyayê wê gotebêjî were kirin.

Haftar got, ''Heta ku Trablûs di dest komên terorîst û milîsên krîmînal de be pêvajoya diyalogê wê ne pêkan be.''

Bi van gotinan amaje bi wan hêzan hate kirin ku bi ser Hikûmeta Yekîtiya Netewî ne, li Trablûsê ne û NY wan nas dike.

Haftar civîna NY'yê ya ku wê bi pêşengiya Fransa û Italyayê were kirin slavk ir û got, ew hêvî dike civîn di berjewendiya Libyayê de be.