Hilbijartin ji bo diyarkirina meclîsa damezrîner a ji 545 kesî pêk hat û ji bo vê jî 5 hezar û 500 namzet tevlî hilbijartinê bûn. Di hilbijartinê de, ku partiyên mûxalefetê boykot kirin, kesayetên nêzî Partiya Sosyalîst a Yekbûyî ya li Venezûelayê desthilatdar e, bûn namzet.
Di dema hilbijartina meclîsa damezrîner de, çalakiyên ku DYA piştgiriya wan dikir, hatin hilbijartin. Dozgeriyê ragihand, dawiya hefteyê di çalakiyan de herî kêm 10 kesî jiyana xwe ji dest dane. Mûxalefetê jî diyar kir, hejmara kesên mirine 15 ye. Di nava kesên jiyana xwe ji dest dane de 2 zarokên 13 û 17 salî jî hene. Tê gotin, her du zarok li eyaleta Tachîrayê di dema xwepêşandanên protestoyî de jiyana xwe ji dest dane.
Şeva beriya dengdanê, yek ji namzetan Josê Fêlîx Pîneda li mala xwe ya li eyaleta Bolîvarê ji aliyê kesên nenas ve hate kuştin. Parêzerê 39 salî yek ji namzetên Partiya Sosyalîst a Yekbûyî bû.
Roja Yekşemê, tifaqa hilbijartinê ya mûxalîf Maseya Yekîtiyê ya Demokratîk (MUD) ku 20 partî di nav de hene, li paytext Caracasê çalakî pêk anî. Tevlîbûna li vê çalakiyê qels bû.
Şaredarê Caracasê Jorge Rodrîgûez got, "Hilbijartina Meclîsa Damezrîner a Neteweyî li gelemperiya welêt di rewşeke aram de pêk hat." Serokdewletê Venezûelayê Nîcolas Madûro jî piştî dengdanê daxuyanî da û got, "Îro rojeke dîrokî ye. Paşeroja Venezûelayê wê êdî bêhtir aram be."
Tê payin, meclîsa damezrîner di nava hefteyê de li avahiya parlamentê ya li Caracasê dest bi wezîfeyê bike. Tê gotin, meclîsa damezrîner wê bikeve şûna parlamentê ku mûxalefet lê serdest e.