Gelê Qûweytê careke din çû dengdanê

Li Qûweytê ku li ser hev krîzên siyasî rû dan, hilbijêr ji bo nûkirina parlamentê dengê xwe careke din didin.

Li Qûweytê ku welatekî ji aliyê petrolê ve dewlemend e, ji sala 2012'an û vir ve cara 7'an hilbijart tê kirin.

Piştî ku hilbijartinên 2022'an hatin betalkirin, bang li 793 hezar hilbijêrî hate kirin ku ji bo hilbijartina 50 wekîlan dengê xwe bidin.

Di hilbijartinê de 207 namzet hene ku 13 ji wan jin in. Di 20 salên dawî de ti carî bi rêjeyeke ewqasî kêm a namzetan hilbijartin nehatibû kirin.

Li gorî ajansa nûçeyan a fermî KUNA'yê encam wê roja Çarşemê bê eşkerekirin.