Gelê Perû li dijî efûkirina dîktator Fûjîmorî li qadan e

Xwepêşandanên li dijî efûkirina Alberto Fûjîmorî ku ji kuştina bi deh hezaran kesî berpirsyar tê dîtin, zêde dibin.

Alberto Fûjîmorî di navbera salên 1990-2000'î de welat bi rê ve bir û ji ber sûcên ku kiriye sala 2007'an hat egirtin û 25 sal cezayê girtîgehê lê hate birîn. Fûjîmorî ku 15 sal in girtî ye, bi biryara Serokdewletê rastgir Pedro Pablo Kûczynskî, bi hinceta 'pirsgirêkên tenduristiyê' hate efûkirin.

Tê îdîakirin ku Kûczynskî ev biryara xwe di encama bazariya bi malbata Fûjîmorî re daye ku hevrika herî xurt a hilbijartinên 2016'an Keîko Fûjîmorî jî di nav de ye. Piştî ku Kûczynskî bû desthilatdar, gelek skandalên gendeliyê derketin pêşiya hikumetê û Kûczynskî ji bo partiya Fûerza Popûlar (FP) a bi serkêşiya Keîko Fûjîmorî di dengdana ji wezîfegirtinê de piştgiriyê bide wan, bazarî pê re kir û bi saya vê yekê li ser desthilatdariyê ma.

Piştî vê biryarê, di serî de li paytexta Perû Lîmayê li gelek bajaran xwepêşandanên protestoyî dest pê kirin. Bi hezaran kesên li Lîmayê li hev civiyan, portreyên mûxalîf û sivîlên di dema Fûjîmorî de hatin kuştin, vekirin.