Gelê Kurd ji bo Efrînê li qadan e

Kurdistaniyên li Ewropa dijîn bi armanca protestokirina Rûsyayê ya ku piştgiriyê dide êrîşên dagirkeriyê yên li dijî Efrînê, çelenga reş danîn li pêşiya Sefaretxaneya Rûsyayê.

Çalakiyên piştgirîdayîna ‘Berxwedana Serdemê’didomin a  ku li dijî dagirkeriyê ev 33 roj in dewam dike. Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn bi armanca protestokirina Rûsyayê ya ku piştgiriyê dide êrîşên dagirkeriyên yên dewleta Tirk ên li ser Efrînê, çelenga reş danîn pêşiya Sefaretaxeya Rûsyayê.

Kurdistaniyên li bajarê Den Haag ê Holldandayê dijîn nerazîbûn nîşanî êrîşên dagirkeriyê dan û li ber Sefaretxaneya Rûsyayê li hev civiyan. Kurdistaniyan dewleta Rûsya ku piştgiriyê dide êrîşên dagirkeriyê protesto kirin û çelenga reş danîn peşiya avahiya Sefaretxaneya Rûsyayê. Di çalakiyê de Kurdistaniyan bê navber dirûşmeyên ‘Kujer, Dîktator Erdogan’ û ‘YE fînanse dike, Tirkiye bombebaran dike’ qîriyan. Li aliyê din dosyaya ku têkildarî komkujiyên Efrînê radestî rayedarên hikûmeta Moskova hate kirin. Çalakgeran çelenga reş danîn pêşiya sefaretxaneyê.

BONN

Federasyona Rûsya ku piştgiriyê dide êrîşên dagirkeriyê li Sefaretxaneya Rûsya a Bonnê ji aliyê Kurdistaniyan ve hate protestokirin.Çalakî di bin pêşengtiya Tevgera Jinên Kurdistan-Ewropa (TJK-E) ve hate lidarxistin, Navendên Civaka Demokratîk a Kurd Dusseldorf, Koln, Bonn-Troîsdorf jî piştgirî da çalakiyê. Di çalakiyê de bê navber dirûşmeyên ‘Bijî Berxwedana Efrînê’ , ‘Rûsya fînanse dike, Erdogan bombeyan li Kurdan dibarîne’ û ‘artêşa Tirk ji Efrînê derkeve’ hatin berzkirin.

BRUKSEL

Li paytexta Belçîka Brukselê bi armanca piştevaniya Efrînê di bin pêşengtiya Navenda Civaka Demokatîk a Kurd, Meclîsa Jinan a Bêrîtan û SKB mîtîngek hate lidarxisitn. Mîtîng li ber sefaretxaneya Rûsya pêk hat û dovîzên têkildarî komkujiyên sivîlan û alên YPG/YPJ hatin hildan. Di mîtîngê de axaftin hatin kirin, çelenga reş danîn ber avahiya sefaretxaneyê û çalakî bi dirûşmeyên ‘Terorîst Erdogan’ , ‘Kujer Erdogan’ û ‘Her der Efrîn,her der berxwedan’ bi dawî bû.

DANÎMARKA

Li Danîmarkayê di bin pêşengtiya Meclîsa Jinan a Sêcê û Meclîsa Civaka Demokratîk a Kurd ya Danîmarkayê li ber Sefaretxaneya Rûsya mîtîng hate lidarxistin. Çalakgeran bêdengiya Rûsya ya li dijî êrîşên dagirkeriyê protesto kirin û çelenga reş danîn ber sefaretxaneyê. Piştre komîsyona karê derve ya meclîsê dosyaya têkildarî komkujiyên sivîlan radest kir. Çalakgeran piştre li ber Wezareta Karê Derve ya Danîmarkayê mîtîngek lidarxistin.

VIYANA

Li paytexta Avûstûrya Viyanayê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li ber avahiya NY kon hate vedan û bêdengiya li dijî êrîşan hate protestokirin. Tevî barîna berfê ya zêde Kurdistaniyan çalakiya xwe domand û sibê wê di seat 13:00’an de li Sefaretxaneya Rûs mîtîngek were lidarxistin.