Fransayê qedexe kir ku berhemên nehatine firotin werin îmhakirin

Senatoyê Fransayê pêşnûmaya qanûna berhemên nehatine firotin pesend kir. Li gorî pêşnûmayê berhemên nehatine firotin wê neyên îmhakirin.

Vê pêşnûmaya qanûnî ya ku li dinyayê yekemîn e, li Senatoyê hate qebûlkirin.

Li gorî vê pêşnûmayê berhemên ku salê bi qasî milyarek eûro ne, wê werin bexişandin. Heke ev berhem neyên bexişandin divê van berheman bişînin vekariyê.

Kesên ku ev berhemên nehatine firotin heke îmha bikin wê 3 hezar eûro û li şîrketan jî 15 hezar eûro ceza were birîn.

Li gorî qanûnê berhemên ku di warê tendirustiyê de bi rîsk in wê li derveyî vê çarçoveyê bin.

Li welat her sal nêzî milyarek eûro berheman diavêjin ser çopê. Berhemên tekstîl, hîjyen, makyaj û sol jî di nav van berheman de ne.

Ev qanûn wê piştî sala 2021’an têkeve meriyetê.