Fransa leşkerên xwe ji Bûrkîno Faso vedikişîne

Hikumeta Fransayê biryar da ku piştî Malî yekîneyên xwe ji Bûrkîna Faso vekişîne. 400 leşkerên Fransayî wê di nava mehekê de Bûrkîna Faso biterikînin. Vekişîna Fransayê wê hevsengiyên li Efrîkaya Navîn biguherîne.

Hikumeta Bûrkîna Faso çend roj berê xwestibû ku peymana 2018'an a li ser statuya hêzên Fransayê bê betalkirin û yekîneyên leşkerî yên Fransayê yên li welatê wan bêne vekişandin.

Parîsê bersiv da vê daxwaza Bûrkîna Faso. Wezareta Karên Derve ya Fransayê diyar kir ku wê daxwaza Bûrkîna Faso bi cih bînin û şertê peymanê pêk bînin.

Bi betalkirina peymanê re Fransa wê di nava mehekê de neçar be ku 400 leşkerên xwe yên li Bûrkîna Faso bi navê 'Operasyona Sabre ya Fransayê' bi cih kiriye, vekişîne. Rayedarên Parîsê ji çapemeniya Fransayê re diyar kirin ku yekîneya dawî ya leşkerî wê dawiya meha Sibatê Bûrkîna Faso biterikîne û pêvajoya vekişînê wê meha Nîsanê bi dawî bibe.

Leşkerên Fransî yên ji Bûrkîna Faso vekişin wê li welatê cîran li Nîjerê bêne bicihkirin. Li Nîjerê 2 hezar leşkerên Fransayê hene. Li welatên herêma Sahelê jî ku li navenda Efrîkayê ye bi giştî 5 hezar û 500 yekîneyên leşkerî yên Fransayê hene.

Vekişîna hêzên Fransayê li parzemîna Efrîkayê wê hevsengiya hêzê biguherîne. Tê gotin, 'valahiya' ku bi vekişîna Fransayê rû dide wê ji aliyê Rûsyayê ya bi rêveberiya Vladîmîr Pûtîn bê dagirtin.