Fransa dixwaze hevkariyeke zêde bi Rûsyayê re bike

Rûsya û Fransa di têkoşîna li dijî terorîzmê ya li Sûriyeyê li ser xeta “hevkariya zêde” bi pêş ve diçin û biryar hat dayîn ku ji bo pêşvebirina têkiliyan bila forûmên diyalogê werin avakirin.

Serokê Dewletê yê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn çû serdana Fransayê û hate hînbûn ku ligel Serokkomar Emmanûel Macron li ser mijarên Sûriyeyê axivîne.

Piştî hevdîtinê Pûtîn di konferansa çapemeniyê de axivî û hişyarî da ku “têkoşîna li dijî terorîzmê bi hilweşandina dewletê nayê kirin” û Macron jî diyar kir ku, “li hemberî êrîşên kîmyewî wê di wê kêlîkê de bersiv were dayîn.”

FRANSA DIXWAZE HEVKARIYÊ BERFIREHTIR BIKE

Macron di konferansê de diyar kir ku, heke çekên kîmyewî werin bikaranîn wê Fransa di wê kêlîkê de bersivê bide û ew ê lê nenihêrin bê ka kê ev êrîş kirine.

Emmanûel Macron diyar kir ku di meseleya Sûriyeyê de ew dixwazin ligel Rûsyayê ‘hevkariya xwe zêdetir bikin û ev hevkarî divê ji Koalîsyona Navneteweyî ya li hemberî DAIŞ’ê wêdetir be.

Serokê Dewletê yê Rûsyayê jî diyar kir ku, di warê hevkariya têkoşîna li dijî terorîzmê divê heyetên pispor li hev bicivin. Pûtîn hişyarî da ku divê têkoşîna li dijî terorîzmê ya li Sûriyeyê bi “hilweşandina dewleta Sûriyeyê” pêk neyê.