Fransa: Divê YE têkiliyên xwe yên bi Tirkiyeyê re ji nîqaşê re veke

Wezîrê Karê Derve yê Fransayê Jean-Yves le Drîan diyar kir ku divê Yekîtiya Ewropayê bêyî tabû têkiliyên xwe yên bi Tirkiyeyê re ji nîqaşê re veke.

Wezîrê Karê Derve yê Fransayê Jean-Yves le Drîan li Senatoyê daxuyanî da û got ku, “Li gorî Fransayê divê Yekîtiya Ewropayê têkiliyên xwe yên bi Enqereyê re, bi awayê nîqaşeke şênber veke. Derfetên wê jî hene.”

Le Drîan diyar kir ku divê rola Tirkiyeyê ya li Lîbyayê were zelalkirin û got ku, “Li gorî min Lîbya jî dibe ku bibe wekî Sûriyeyê, ji ber ku mudaxeleya leşkerî ya Tirkiyeyê bi saya alîgirên wê yên li Sûriyeyê tê kirin.”

Demek berê firkayteneke Tirkiyeyê keştiya Fransayê ya li Behra Spî kiribû hedef. Piştî bûyerê Wezareta Parastinê ya Fransayê diyar kir ku keştiyên dewleta Tirk bi awayekî êrîşkar tevgeriyane. Serokkomar Macron jî diyar kiribû ku ‘Tirkiye li Lîbyayê lîstikeke xeternak dilîze.’

Di 23’ê Hezîranê de Yekîtiya Ereban bang kiribû ku bila yekîneyên leşkerî yên biyan ji Lîbyayê derkevin û muzakere were destpêkirin.