Fransa di navbera DYE û Îranê de qasidiyê dike

Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron ji bo aloziya di navbera DYE û Îranê kêm bike wê bi Serokê DYE’ye Donald Trûmp, bi Serokkomarê Îranê Hasan Rûhanî û bi Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn hevdîtinê bike.

Emmanûel Macron di serdana Belgradê de ya ku paytexta Sirbistanê ye daxuyanî da û diyar kir ku ji bo parastina peymana nukleer û aloziya li herêmê were sekinandin wê bi Trûmp, Rûhanî û Pûtîn re bicive.

Serokkomarê Fransayê got ku “Vê hewldana me, di eniya Ewropayê de zimanekî nû ava kiriye û bi Emerîkaniyan re rê li ber diyalogeke bi sebir vekiriye.”

Macron got ku “Di van şertên zehmet de em ê qasidî û muzakerevantiya xwe bidomînin. Dema ez vegerim Fransayê li ser daxwaza Serokkomar Rûhanî ez ê bi wî re biaxivim. Piştre di vê hefteyê de ez ê bi Pûtîn û Trûmp re biaxivim.”

Macron diyar dike ku ew ji bo aloziya li herêmê bi asteng bike, vê xebatê dike.

DYE di Gulana 2018’an de xwe ji peymana nukleer vekişandibû. Tehran jî zextê li welatê Ewropayê dike ku ji bo zextên DYE’yê pûç bikin bila sozên xwe bi cih bînin. Tehranê herî dawîn diyar kiribû ku wan rêjeya dewlemendkirina ûranyûmê derxistine ser 3.67 ji sedî.

Rêveberiya Tehranê dixwaze aboriya Îranê ji zextên DYE biparêze û ji ber vê jî zextên xwe zêde dike. Roja Duşemê Wezareta Karê Derve bang li îmzevanên welatên Ewropayê kiribû ku bila tevdîrên pratîk, bi bandor û berpirsyar bigirin.