Fransa: Di nava Tirkan de berpirsyarên DAÎŞ'ê jî hene

Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drîan diyar kir ku Lîbya li ber Sûriyebûyînê ye û got, "Di nava hêzên leşkerî yên Sûriyeyî de ku bi Tirkan re tevdigerin" berpirsyarên berê yên DAÎŞ'ê jî hene.

Wezîrê Karên Derve Le Drîan li komîsyona hêzên çekdar, parastinê û têkiliyên derve ya Senatoyê axivî û bal kişand ser şîroveyên ku îdîa dikin, ew piştgiriyê didin Xelîfe Hefter ê rojhilatê Lîbyayê kontrol dike.

Le Drîan got, "Ez vê yekê ji şîrovekarên haya wan ji dîrokê nînin timî dibihîzim" û bi bîr xist ku Xelîfe Hefter ji aliyê parlamenta di hilbijartinên 2014'an de hate hilbijartin bi rengekî rewa hate naskirin.

LÎBYA VEDIGUHERE SÛRIYEYÊ

Le Drîan got, "Wê demê, armanca bingehîn a Artêşa Neteweyî ya Lîbyayê ku li dora Mareşal Xelîfe Hefter civiya, têkoşîna li dijî DAÎŞ'ê bû. Wê demê bi pêşniyaran û desteka siyasî me piştgiriya wan kir. Têkoşîna wan a li dijî DAÎŞ'ê li qada navneteweyî dihate naskirin. Dixwazim bi bîr bixînim ku di salên 2014 û 2015'an de li Fransayê êriş hatin kirin."

Wezîrê Fransayê ragihand ku ev rewş guheriye, Lîbya li ber şerekî navxweyî ye û got, "Lîbya li ber Sûriyebûyînê ye. Ne tenê Sûriyebûyîneke sembolîk e, ji ber ku hêzên piştgiriyê didin Hikumeta Ahengiya Neteweyî ya Fayîz el Saraj, ew hêz in ku ji aliyê Tİrkan ve li herêma rojavayê Lîbyayê weke milîs tên birêxistinkirin, ew şervanin ku bi balafiran ji Idlibê ber bi Lîbyayê ve hatine birin. Ew hêz in ku dûvikên Tirkiyeyê ne. Ev yek rewşeke awarte ye."

Li Senatoyê hate pirsîn, ku rîsk heye ku endamên DAÎŞ'ê ji nû ve xwe bigihînin Ewropayê û Le Drîan jî têkildarî mijarê got, "Di nava leşkerên Sûriyeyî de yên bi Tirkan re ne, dibe ku berpirsyarên berê yê komên cîhadîst hebin." Le Drîan got, "Ji ber vê yekê rewş giran e." Wezîrê Fransayî gelek caran bal kişand ser girîngiya pêkanîna peymanên Berlînê yên Çileya 2020'an û xwest ku ambargoya çekan bê bicihanîn.