Fransa: Dersînorkirina biyaniyên 'sûcdar' zû bi cih bînin

Li Fransayê ku heftiya bihurî koçberekî Pakistanî êrîş bire ser ajanseke ku jê weye ya Charlîe Hebdo ye, Wezareta Navxwe ragihand heke sûc were kirin dersînorkirina biyaniyan wê zû were bicihanîn.

Wezîrê Karê Navxwe yê nû yê Fransayê Gerald Darmanîn ji walîtiyan re name şand û xwest ku dersînorkirin zûtir bi cih were. Darmanîn li ser hesabê xwe yê Twîtterê name par ve kir, di nameyê de tê xwestin biyaniyên ku xwedî mafê xwelêgirtina mirovî ne an jî welatiyên Fransayê ne, dema ku sûc kirin, ji bo ku werin dersînorkirin derfetên yasayî werin bikaranîn.

Darmanîn di nameyê de ku ji walîtiyan re şandiye, balê dikîşîne ser ku mafê penaberî an jî welatîbûna Fransayê dikare şûn ve were standin û li dijî biyaniyên ku sûcên 'pergala camewerî têk didin' qanûnên têkildar werin bicihanîn.

Wezîrê Karê Navxwe ji bo vê xwest ku polîs, daraz û daîreyên îdarî hevkariyê bikin û dersînodarkirinê zûtir bi cih bînin. Her wiha ji walîtiyan tê xwestin ku bi perîyodên sê mehî hijmara biyaniyên ku hatine dersînorkirin bi wezaretan re jî par ve bikin.