Fransa bi sedan leşkeran dişîne ji Sahelê re

Fransa wê bi sedan leşkeran bişîne hêza operasyona Barkhane ya Efrîkaya Rojava. Li vê derê êrîşên îslamîstên radîkal zêde bûne û DYE’yê diyar kiribû ku ew ê hêza xwe ya li vir kêm bike.

Emmanûel Macron bi serokên welatên Morîtanya, Malî, Bûrkîna Faso, Nîjer û Çadê re civiya û diyar kir ku wê Fransa leşkeran bişîne ji Operasyona Barkhaneyê. Fransayê diyar kir ku berê 4500 leşkerên wan li wir bû û ew ê 220 leşkerên din jî bişînin.

Piştî civînê Macron diyar kir ku li herêma Çola Sahelê têkoşîna li dijî rêxistinên çeteyên Îslamîst wê bidome.

Di sala 2013’an de hêzên girêdayî El Kaîdeyê bakurê Maliyê bi dest xistibûn û Fransayê leşker şandibû vir. Fransa li hemberî çeteyên Boko Haram û komên girêdayî DAÎŞ’ê ji bo ‘piştgiriya’ welatên din li herêmê ye. Di vê pêvajoyê de 41 leşkerên Fransayê mirin.

Di serê meha Kanûnê de li Maliyê du helîkopterên leşkerî hev ketibûn û 13 leşker miribûn.