Fransa bang li Îranê kir ku fuzeyên balîstîk ên xwe rawestîne

Wezareta Karê Derve ya Fransa, bang li Îranê kir ku hemû xebatên xwe yên têkildarî fuzeyên balîstîk ên serî nukleer, bidin rawestandin.

Berdevka Wezareta Karê Derve Agnes von de Muhll a ji bo çapemeniyê axivî got: “Fransa bibîr dixe ku bernameya fuze ya Îranê li dijî biryara Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ya hejmara 2231’ê ye.”

Ev daxuyanî mîna bersiveke ji bo daxuyaniya Îranê ya hefteya borî ku du peyk şandin fezayê hate dayîn. Serokkomarê Îranê Hasan Rûhanî di daxuyaniyeke roja Pênçşemê dayî de ragihandibû ku wê bi fuzeyên li Îranê hatin çêkirin ji bo peykên mijara gotinê ku bişînin fezayê, bikar bînin.