Fransa: Îslama siyasî dijminekî kujer ê komarê ye

Wezîrê Karên Hundir ê nû yê Fransayê Gerald Darmanîn diyar kir ku Îslama siyasî ji bo komarê dijminekî kujer e.

Wezîrê Karên Hundir Gerald Darmanîn li Senatoyê axivî û got, "Îslama siyasî ji bo komarê dijminekî kujer e."

Darmanîn rêwîtiya xwe ya şexsî û mîrateya malbatî derxist pêş û got, "Ew ji asîmîlasyona Fransayê gelekî serbilind e." Darmanîn got, "Kalê min ji Allah bawer dikir û unîformaya Komarê lê bû" û diyar kir ku navê wî yê duyemîn Mûsa ye.

RAPORA SENATOYÊ: ÎSLAMA RADÎKAL BANDOR LI TEVAHIYA FRANSAYÊ KIR

Ev gotinên Wezîrê Karên Hundir piştî hişyariya komîsyona lêpirsîna Senatoyê hat ku komîsyonê ragihand ku Îslama siyasî li Fransayê belav bûye.

Li gorî Le Fîgaroyê, di rapora Senatoyê de hate gotin, "Îslama radîkal dikeve nava her aliyên jiyanê û bi sûdwergirtina ji azadiya şexsî normên nû yên civakî ferz dike."

Di raporê de her wiha hate gotin, "Îslama radîkal, ji bilî aliyê rojava bandor li tevahiya Fransayê kir. Mirov îro bi navê normên olî li malan tên ragirtin. Ev yek nayê qebûlkirin. Divê tavilê bikevin nava liv û tevgerê."