Frans: Li Sûriye ber bi dojehê ve diçe

Wezîrê Parastinê yê Fransa Jean-Yves Le Drîan, ragihand ku tişta herî xeternak a li Sûriyeyê li pêşiya me ye.

Drîan ê di Meclîsa Netewî de axivî got: “Rewşa li Sûriye her diçe xeter dibe. Li gorî dîtin û çavdêriyên min bûyer û tiştên herî xedar û metirsîdar li pêiya me ye,eger rewşeke cudatir dernekeve, ji aliyê mirovî ve wê ber bi dojehê ve biçe.”

Le Drîan, bi vê mebestê jî ev tişt anî ziman: “Ev pêvajo çavkaniya xwe ji xitimandina siyasete, li pişt têkoşîna li dijî DAIŞ’ê re ji ber çavkaniya şerê navxweyî yê dom dike ye. Şerê navxweyî li Rojhilatê Gûta, Îdlîbê dewam dike. Ji be ku li herêmê ti destkeftiyek bi xwe re neanî, her ku çû giran bû. Ketina Tirkan a Efrînê, dîsa ketina ketina balafirên Îranê ya qada Îsraîlê… ev hemû bûyer bû sedem ku rewşê girantir û xedartir bike.”

Drîan, anî ziman ku ji bo agirbestekî mirovî divê Konseya Ewlekariyê ya NY’yê bikeve dewrê û di bin sêwana NY’yê de hevdîtinên Cinêvê ji nû ve werin destpêkirin.

Wezîrê Karê Derve yê Fransa bibîr xist ku wê di rojên pêşiya me de wê biçe serdana Moskova û Tahranê, got: “Bi teqezî lezgîniyeke vê heye.”