Di daxuyaniya Qesra Kremlînê de ya roja Çarşemê hate ragihandin ku ew ji ber plana Fînlandiyayê ya girtina deriyê sînor gelekî xemgîn e.
Têkiliyên navbera herdu welatan di destpêka sala 2022'an de bi êrîşa Rûsyayê ya li ser Ûkraynayê gelekî nebaş bû. Fînlandiya ku ji ber şerê li dijî Ûkraynayê ji ewlekariya xwe bi fikar e, beşdarî nava NATO'yê bû ku Moskowa ev yek ji xwe re weke gefekê dît. Lewma têkilî hîn xerab bû.
Hikumeta Fînlandiyayê roja Sêşemê ji ber zêdebûna hejmara koçberan ragihand ku trafîka sînor kêm kiriye û bi nêt e ku deriyên sînor ên bi Rûsyayê re bi temamî bigire.