Filîstîniyan plana DYE'yê red kirin

Filîstîniyan plana aştiyê ya ku ji aliyê şêwirmend û zavayê Serokê DYE'yê Trump Jared Kushner ve hate amadekirin, red kirin.

DYE'yê aliyê aborî yê plana aştiyê ya der barê Rojhilata Navîn a Nêz de Şemiyê eşkere kir. Tê payin ku plan hefteya bê pêşkêşî konferansa li Bahreynê bê kirin. Filîstînî wê tevî konferansê nebin. Li gorî planê wê di nava deh salan de 50 milyar dolar alîkarî ji Filîstînê re bê dayin.

Di planê de ku demeke dirêj dihate hêvîkirin, rêveberiya Donald Trump dixwaze  razemeniyeke mezin a navneteweyî ji bo Filîstîniyan pêk bîne û li Şerîa Rojava û Şerîda Gazzeyê jî binesazî û rêveberî werin başkirin.

Konferansa bi navê "Ji aştiyê ber bi aramiyê ve" ku wê Sêşem û Çarşemê li Manamayê pêk were, ji bo pêşkêşkirina planê wê bibe firsend. Li gorî rayedarên Emerîkî aliyê siyasî yê planê wê piştre bê eşkerekirin.

Piştî ku plan hate eşkerekirin, Filîstîniyan plan red kirin û diyar kirin, divê Washington beriya her tiştî dawî li 'talankirina' xaka Filîstînê ji aliyê Îsraîlê ve bîne. Li gorî Filîstîniyan rêveberiya Trump piştgiriya tam dide Îsraîlê û hewl dide Filîstîniyan bikire û ji dewleteke serbixwe bêpar bihêle.