Fikarên şerê navxweyî ya li Myanmarê her diçe zêdetir dibe

Neteweyên Yekbûyî hişyariya derbarê şerê navxweyî ya li Myanmar a piştî darbeya leşkerî xwepêşandanên bi xwîn lê geş bû, da.

Li Myanmarê 1’ê Nîsanê darbe pêk hat. Dawî li hikûmeta Aûng San Sûû Kyî hate anîn. Sûû Kyî ji darbeyê û vir ve girtî ye.

Di encama nîqaşên du rojan ên li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî hate kirin û şûn de, li Miyamarê ‘mirina jin û zarok jî di nav de ya bi sedan welatiyên sivîl bi tundî’ şermezar kir.

15 endamên Konseya Ewlekariyê ‘ji ber rewşa bi rengek lezgîn xirab dibe’, ‘fikarên xwe’ anîn ziman û nerazîbû nîşanî ‘tundiya li hember çalakiyên aştiyane’ tên kirin, dan.

Li gorî Komeleya Piştevaniya bi Girtiyên Siyasî re, ji pêkhatina darbeyê û vir ve li qadan zarok û xwendekar jî di nav de bi sedan sivîl hatine qetilkirin. Bi sedan girtî windane ku ti agahiyek jê nagyên girtin li kû ne.

Di vê navê de xwepêşandan dom dikin, li paytext Rangoon du marketên girêdayî artêşê hatin şewitandin. Çalakvanekî ji Monywa di marketê de hate kuştin, 10 kes jî birîndar bûn. Li Mandalya jî kesek hate kuştin, 6 kes jî birîndar bûn.

Bi hezaran mehmûr û xebatkarên sektora taybet li dijî darbeyê greva xwe didomînin.