Fikara li ser Brexîtê: Artêş jî bi peywirê dikare rabe

Hate ragihandin li Brîtanyaya Mezin Brexît heke bêyî lihevkirina bi YE'yê re pêk were, artêş jî, ku hewce kir dikare bi peywirê rabe.

Tê texmînkirin heke peymana Brexîtê (Derketina Brîtanyaya Mezin a ji YE'yê) li welêt wê gelek tevlîhevî û şaşî çêbibin.

Ji zêdebûna lêçûna telefon û benqeyan bigirin, heta bi kêmbûna dermanan û di trafîkê der derketina kaosê, tê payin ku gelek alozî çêbibin. Her wiha hesabê wê tê kriin ku nirxê pereyê wan kêm bibe û bêkarî zêde bibe.

Serokwezîr Theresa May, li ser îhtîmala ku bêyî peymanê Brexît pêk were jî, plansaziya wê dike ku, ku bi kêmanî 80 hezar şîrket were agahdarkirin bê ka çawa xwe ji Brexîtê re hazir bikin. Hikûmet îro li ser îhtîmala kêmasiyeke lihevnekirinê wê helwesteke çawa were nîşandan, nexşerêya wê, wê ragihîne.

Li hêla dî jî Wezareta Berevaniyê ragihand, ji bo karîgeriyên neyênî yên ji ber Brexîtê kêmtir bibe, artşêş jî ji peywirê re hazir e.

Wezîrê Berevaniyê Gavîn Wîllîamson got, heke were xwestin, 3 hezar û 500 leşker li gorî daxwazên saziyan wê bikaribin alîkar bibin.

Li Brîtanyayê ku 2016'an bi referandûmê biryara derketina ji YE'yê hatibû standin, rîsk heke ku ev peymana Brexîtê ji parlamentoyê dernekeve.

Lê li gorî dema ku beriya niha hatî diyarkirin divê Brexît 29'ê Adara 2019'an pêk were.