Faz: Li Efrînê rastî jî tê kuştin

Rojnameya Elman Faz diyar kir ku gotinên rayedarên Elman yên ‘Divê em bikaranîna tankên Leopard li Efrînê ji aliyê Tirkiyeyê piştrast bikin’ ji rastiyê dûr in.

Rojnameya Faz ku li Elmanyayê rojane derdikeve nivîsand ku li Efrînê ‘rastî tê kuştin.”

Di nivîsa Bulent Mûmay a duh (9’ê Sibat) di rojnameyê de hatibû weşandin bal hatibû kişandin li ser êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê. Di nivîsê de tê gotin ku ‘Li pey çûyîna rastiyan û îtirazkirin berdêla wê gelek giran e’. Di nivîsê de kesên ku rexne dike weke ‘terorîst’ tê dîtin û di vê çarçoveyê de gelek rêveberên TTB yê hatine binçavkirin.

‘WINDAHIYA MEZIN A ARTÊŞA TIRK...’

Di nivîsê de hate gotin windahiya herî mezin bi êrîşeke ser tankekê daye û got bi vê wesîleyê rastiyeke di jî 'miriye'; Li gorî daneyên destpêkê fuzeya Rûsya ku mutefîkê herî mezin yê Erdogan e, bûye sedama mirina 5 leşkeran. Hate eşkerekirin ku tanka ku PYD’ê bi fuzeyan êrîş kirî  bi marqa Leopard a ji aliyê Elmanyayê ve hatiye çêkirin . Bila bi bîra we were Berdevka Wezîrê Karê Derve ya Elmanya Marîa Adebahr bawer nekir ku wêneyên rojnamevanên yên beriya mehekê li Efrînê kêşabûn yê tanka Leopard e û wiha gotibû “Em nikarin piştrast bikin ku tankên Leopard ji aliyê Tirkiyeyê ve li Efrînê tên bikaranîn, di vî warî de agahiyekî me nîne.”