Fas dixwaze dawî peymana bazirganiya serbest a Tirkiyê bîne

Wezîrê Sinayî, Bazirganî û Ekonomiya Kesk Mulay Hafîd Elamay gef li Tirkiyê xwar ku peymana bazirganiya serbest a 2006'an li gel Tirkiyê danîbûn.

Li gorî medyaya Fasê Wezîrê Fasê Elamay diyar kiriye ji ber peymana bazirganiya serbest a li gel Tirkiyê her sal bi bihayê 2 milyar dolaran dixisire. Wezîrê Fasî got, ''Li vî welatî sektora tekstîla bû mexdûra pêşî ya vê peymanê.''

Elamay got,''Niha hevsenga bazirganiya me hev nagire. Bi Tirkiyê re problemeke me ya mezin heye. Berhemên tekstîlê yên ku ji vî welatî tên yekîneyên kar ên Fasê tine dike.''

Elamay got ew biryardar in ku peymana bazirganiya serbest a ku ji bo aboriya Fasê ne sûdewar e di ber çavan re derbas bikin.

Peymana di navbeyna Enqerê û Rabatê de 12'ê Kanûnê dema ku Wezîrê Karê Derve yê Tirk Mevlût Çavûşoglu serdana Rabatê kiribû hatibû rojevê. Çavûşoglu qebûl kiribû hevsenga bazirganiyê bêhtir di berjewendiya welatê wan de ye.