FARC û hikûmetê dest bi paqijkirina zeviyên çandiniya îllegal kirin
Li Kolombiyayê, ku peymana aştiyê di meriyetê de ye, hikûmetê û gerîlayên FARC'ê ji bo tinekirina çandiniya îllegal bi taybetî çandiniya kokaînê, dest bi kar kirin.
Li Kolombiyayê, ku peymana aştiyê di meriyetê de ye, hikûmetê û gerîlayên FARC'ê ji bo tinekirina çandiniya îllegal bi taybetî çandiniya kokaînê, dest bi kar kirin.
Bernameya li dijî narkotîkê, ku di xala 4. a peymana aştiyê ya navbera Hêzên Çekdar ên Şoreşger ên Kolombiyayê (FARC) û hikûmetê de cih digire, li paytext Bagotayê hat nasandin.
Bername ji aliyê nûnerê hikûmetê Rafael Pardo û ji fermandarên FARC'ê Pastor Alape ve hat nasandin. Di çarçoveya vê bernameya li dijî qadên çandiniyê yên îllegal de, tê xwestin îsal qadek ji 50 hezar hektarî bê paqijkirin.
Li Kolombiyayê, ku mezintirî welatê kokaîn lê tê çandin e, tê plankirin ku îsal li 40 bajaran ev qadên çandiniya îllegal bên paqijkirin. Ev herêm wê piştre ji bo çandiniya şêniyên herêmê bên amadekirin.
Li gorî rayedarên hikûmetê, maliyeta vê plana îsal wê zêdeyî 1 mîlyar pezo (340 mîlyon dolar) be.
Gerîlayên FARC'ê jî, wê ji bo diyarkirina herêmên çandiniyê yên di bin kontrola wan de ne, bi rengekî 'bê çek' li gel wezîfedarên dewletê tevbigerin. Fermandarê FARC'ê Pastor Alape diyar kir, ev zeviyên çandiniyê yên îllegal wê piştre ji gundiyan re bê dayîn û bê diyarkirin, bê çi li van deveran bê çandin.
Di çarçoveya bernameyê de, dewlet wê ji bo paqijkirina van zeviyan û çandina legal a li vê derê, alîkariya malî bike.