FARC: Tecrîdkirina Ocalan kiryareke li dijî mirovahiyê ye

Endamên FARC'ê yên Jin diyar kirin ku tecrîda li Îmraliyê li dijî mirovahiyê ye. FARC'ê xwest, tecrîd bi dawî bibe û Leyla Guven jî silav kir.

FARC'ê, piştî têkoşîna 50 salî ya li Kolombiyayê, derbasî nava qada sivîl û siyasetê bû û navê "Hêza Şoreşger a Alternatîf a Gel" li xwe kir. Endamên FARC'ê yên Jin, bi daxuyaniyekê destek dan Leyla Guven.

'ASTENGIYA LI PÊŞIYA ÇARESERIYÊ'

Di daxuyaniyê de ji bo berdana Guven bang hate kirin û hate xwestin ku danûstandinên aştiyê yên ji aliyê hikumetê ve hatin rawestandin ji nû ve dest pê bikin. FARC'ê tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan weke kiryareke li dijî mirovahiyê û li dijî qanûnan bi nav kir û xwest, tecrîd bi dawî bibe.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Girtina Ocalan li pêşiya çareseriya siyasî û aştiyane ya rewşa gelê Kurd asteng e û li dijî hemû peymanên navneteweyî ye."

Di dawiya daxuyaniya FARC'ê de hate bibîrxistin ku li gel wekîlên HDP'î zêdeyî 5 hezar kesên destekê didin partiyê hatine girtin û hate gotin, "Em piştgiriya greva birçîbûnê dikin û ji bo karibe bi karê xwe yê qanûndanînê rabe hêvîdar in ku wê di demeke kin de Leyla Guven bê berdan."