EZLN yekemcar namzetek ji bo Serokkomariyê diyar kir

Artêşa Rizgariya Neteweyî ya Zapatîstayê (EZLN), ku heta niha hemû partiyên sîstemê yên Meksîkayê red dikir, biryareke stratejîk girt.

Nûnerên 58 gelên xwecihî yên Meksîkayê li eyaleta Chîapasê li hev civiyan û ji bo hilbijartinên Serokkomariyê yên sala 2018'an namzeke jin a serbixwe diyar kirin.

Ev hewldana ku EZLN piştgiriyê dide, ji bo tevgera berê ya Sûbcomandante Marcos a ku partiyên sîstemê û desthilatdariyê red dike, gaveke stratejîk tê dîtin.

Endamên Konseya Hikumeta Xwecihî, Marîa de Jesûs Patrîcîo ya 57 salî weke namzeta xwe ya Serokkomariyê hilbijart. Konseya Hikumeta Xwecihî, di sala 1996'an de li bajarê San Crîstobal de las Casas ê li Chîpasê, ji aliyê 230 rêveberên zapatîsta ve hatibû avakirin. Di civîna Konseyê ya roja Yekşemê de, ku namzeta Serokkomariyê lê diyar bû, zêdeyî 800 delegeyên ji 26 eyaletên Meksîkayê amade bûn.

Dayika sê zarokan Patrîcîo, ku tê gotin bijîjkeke bi rêbazên xwezayî tedawiyê dike, di heman demê de weke berdevka konseya hikumetê jî hate diyarkirin. Konsey, weke saziyeke ku ji aliyê siyasî ve mafên 16 mîlyon xwecihiyên li Meksîkayê diparêze.

Gerîlayê Marcos, ku ji sala 2014'an û vir ve navê "Galeano" bi kar tîne, tevlî vê civîna ku 23 sal piştî raperîna zapatîsta pêk hat bû. Lê belê ti daxuyanî neda.

Hilbijartina namzeta ji bo Serokkomariyê, ji aliyê EZLN ve weke şoreşeke biçûk tê dîtin, ku heta niha karê sîstem red dikir.

Pisporê tevgera zapatîsta û antropolog Gîlberto Lopez y Rîvas got, "Armanca EZLN ne qezençkirina hilbijartinê ye. Armanc ew e ku têkoşîna civakên xwecihî hê bêhtir di medyayê de nîşan bide."

RAPERÎNA EZLN

EZLN di 17'ê Mijdara sala 1983'an de ava bû. Endamên komeke berê ya tevgera zanîngehê ya sala 1968'an pêşengî ji vê avabûnê re kir. Hin ji endamên vê koma ji tevgera 68'an, xwestin têkoşîna çekdarî were meşandin, hin jî alîgirê rêbazên aştiyane bûn.

Daxwazên bingehîn ên EZLN, kar, erd, xanî, xwedîkirin, tenduristî, perwerde, serxwebûn, azadî, demokrasî, edalet û aştî bû.

Li gundan piştî amadekariya deh salan, di 1'ê Çileya 19994'an de raperîna xwecihî dest pê kir. Ev serhildan di roja bicihhatina peymana gera serbest a DYA, Kanada û Meksîkayê de pêk hat. EZLN bi vî rengî dixwest nîşan bide, ku ew neolîberalîzmê red dike.

Şervanên zapatîsta yên rûyê wan bi maske, ku li dijî artêş û hikumeta federal şer îlan kirin, San Crîstobal de Las Casas, Las Margarîtas, Altamîrano û Ocosîngo kontrol kirin. Piştî şerê 12 rojan, li ser banga rêxistinên civakî yên sivîl ên neteweyî û navneteweyî bi awayekî yekalî agirbest hate îlankirin.

Lîderê Zapatîsta sûb-comamandante Marcos di 25'ê Gulanan 2014'an de eşkere kir ku ew ji rêveberiyê derketiye û wê êdî navê "Galeano" bi kar bîne.