Ev du hefte ne 41 karkerên li Hindistanê ji tunelê nehatine derxistin

Li Hindistanê ev nêzîkî du hefteyan e 41 karker di tunelekeke de asê mane. Tîmên rizgarkirinê ji bo ku xwe bigihînin karkeran asê mane xebatên xwe yên kolandinê didomînin.

Ji 12'ê Mijdarê heya niha xebatên rakirina kavilên tunela ku li eyaleta Uttarakhand a Hîmalaya tê çêkirin hilweşiya, dewam dikin.

Tîmên rizgarkirinê roja Çarşemê nêzî karkeran bûn û lez dan xebatên xwe. Sibeha Pêncşemê li ber deriyê tunela Silkrayayê kelecaneke mezin hebû. Ambulans anîn cihê bûyerê.
 
Endamê ekîba rizgarkirinê Praveen Yadav ji rojnamevanan re got: "Ji bo ku wesayitên sondajê beşa dawî bikolin, rê ji nû ve hatiye vekirin."

Yadavî xeberdana xwe wiha dewam kir: "Me rê birî û paqij kir û em hêvîdar in ku wê tîmên rizgarkirinê di çend saetên pêş de hemleya dawî bikin."

Hikûmetê gelek caran anî ziman û bal kişand ku pirsgirêkên teknîkî, erdê Himalayayê û bûyerên ku nayên texmînkirin, tesîrê li  xebatên wan dike.

Tîmên rizgarkirinê roja Sêşemê yekem car bi rêya kameraya endoskopîk têkiliya dîtbarî  bi karkerên asê mane re danîn.