Eûtelsatê, weşanên Press TV’yê rawestandin

Operatora peykan a Ewropayê Eûtelsat, piştî danekirinên Yekîtiya Ewropayê yên bi ser Îranê weşanên kenala nûçeyan a Îranê Press TV ya bi Îngilizî rawestandin.

Press TV’yê nava rojê bi twîttekê da zanîn ku piştî danekirinên Yekîtiya Ewropayê weşanên wan ji aliyê Eûtelsatê ve hatine rawestandin.

Eûtelsatê jî bi daxuyaniyeke nivîskî ya ji bo AFP’ê got rast e ku wan weşanên Press TV’yê rawestandine.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Eûtelsatê, nirxandina encamên qebûlkirina danekirinên Yekîtiya Ewropayê yên berpêyî failên binpêkirinên cidî yên mafên mirovan ên li Îranê, kir.“

Yekîtiya Ewropayê, Fermandarê Hêzên Bejahî yên Îranê General Kîyûmars Hayderî û berpirsên hêzên eyaletên Îranê û serekên Parêzkarên Şoreşê jî kirine armanc.