Etiyopya û Erître wê mohra xwe deynin binê peymana aştiyê

Şerê Etiyopya-Erître wê bi peymana aştiyê ya sibe bi rengekî fermî biqede. Di vî şerê navbera salên 1998-2000'î de bi deh hezaran kes miribûn.

Alîkarê Berdevkê Neteweyen Yekbûyî (NY) Farhan Azîz Haq got, peymana aştiyê ya navbera Etiyopya û Erîtreyê ku meha Tîrmehê li ser li hev hatibû kirin, wê li Erebîstana Siûdî bê îmzekirin.

Sekreterê Giştî yê NY'ê Antonîo Gûterres û Serokê Komîsyona Yekîtiya Afrîkayê Moûssa Fakî Mahamat jî di nav de gelek rêveber wê tevlî merasîma li Cîddeyê bibin.

Etiyopya sala 1951'ê ji Îtalyayê rizgar bû û bû welatekî serbixwe. Ertîre jî heta sala 1962'an di nava Etiyopyayê de herêmeke xwedî statuyeke xweser bû. Piştî ku ev statu betal bû şerê serxwebûnê dest pê kir. Erître sala 1993'an bi awayekî fermî ji Etiyopyayê qut bû û serbixwe bû.

Lê belê nakokiya li ser sînor a navbera her du welatan, sala 1998'an ji nû ve rê li ber şer vekir. Vî şerî heta sala 2000'î dewam kir û zêdeyî 80 hezar kes mirin.

Hevdîtinên ji bo aştiyê yên navbera her du welatan jî bi navbeynkariya Erebîstana Siûdî dest pê kir.

Di çarçoveya peymana aştiyê de ku wê sibe bê îmzekirin, tê xwestin ku her du welat sefaretxaneyan vekin û têkiliyên du alî xurtir bikin.