ETA bi biryar e ku dev ji çekan berde

Hikumeta Îspanyayê bersiva neyînî da hewldanên çekberdana ETA’yê ya ku tevgera çekdar a welatê Baskê ye û tê plankirin ku heta 8’ê Nîsanê karê çekberdanê bi dawî bibe.

Serokwezîrê Hikumeta Herêmî ya Baskê Inigo Urkullu got ku, em girîngiyê didin daxuyaniyên ETA’yê yên ji bo devjêberdana çekan.

JI BO WELATÊ BASKÊ GAVEKE DÎROKÎ YE

Urkullu ragihand, ETA amade ye ku heta 8’ê Nîsanê koordîneyên nepen ên hemû çekan teslîm bike û diyar kir ku, rêxistin ji hikumetên Îspanya û Fransayê daxwaza têkiliya yekser dike.

Urkullu, bal bir ser vî tiştî ku çekberdana ETA’yê ji bo welat û gelê Baskê ‘gaveke dîrokî ye’.

HIKUMETA ÎSPANYAYÊ PAXAV PÊ NEKIR

Lê hikumeta navendî ya Îspanyayê dîsa bersiva neyînî da peyama ETA’yê ya nêtbaş. Serokwezîr Mariano Rajoy derbarê mijarê daxuyanî da û got, “ETA dibêje ku me biryara çekberdanê ya yekalî stendiye. Divê vî tiştî bike û dema ku kir jî divê xwe fesh bike.”

Daxuyaniyeke ku dişibe ya Rajoy a ê ku digot ‘Wê qanûnên hikumeta Îspanyayê ji bo her kesî wekî hev bin’ ji Wezîrê Karê Hundir hat. Wezîr Juan Ignacio Zoido got ku, ETA di warê leşkerî de têk çûye û îddîa kir ku çekberdan jî ‘lîstik’ek e.

Berdevkê partiya bi navê Sortu ya ku ji bo serxwebûna welatê Baskê têdikoşe Arnaldo Otegi jî got, hêviya me ev e ku çekberdan teqez be û bi berfirehî were kirin.

‘CIVAKA SIVÎL HETA 8’Ê NÎSANÊ WÊ BIKE KU ETA DEV JI ÇEKAN BERDE’

Txetx Ercheverry ê ku endamê tevgera mîlîtanên Baskî ya bi navê Bizi ye û do ji rojnameya Garayê re diyar kiribû, çekberdana ETA’yê wê beriya 23’ê Nîsanê hilbijartinên serokkomariyê yên li Fransayê were pêkanîn. Etcheverry, ji daxuyaniya bi AFP’ê re jî gotibû ku, “Civaka sivîl heta 8’ê Nîsanê wê bike ku ETA dev ji çekan berde.”

HIN JÊ BI RIYA SAZIYÊN SIVÎL HATIN TESLÎM KIRIN

ETA ya ku li welatê Baskê nêzî 40 salan şer kir, di Kewçêra 2011’an de diyar kiribû, wan ji dev ji têkoşîna çekdar berdaye. ETA ji sala 2010 û vir ve tu çalakiyeke çekdarî nekiriye.

Di girtîgehên Îspanya û Fransayê  de nêzî 350 endamên ETA’yê hê jî girtî ne.

ETA’yê hin çekên xwe bi riya saziyên sivîl ên civakî teslîm kiribû. Herî dawîn jî hatibû ragihandin ku, li nêzî li paytexta Fransayê Parîsê 145 demançe hatibûn dîtin.

Berê jî Wezareta Karê Hundir a Îspanyayê îddîa kiribû ku, di destê ETA’yê de nêzî 2 yan jî 3 ton teqemenî û 300 çek û cebilxaneyên wan heye.