Ermenistanê dewleta Fîlîstînê nas kir

Wezareta Karên Derve ya Ermenistanê ragihand ku bi navê gavek ji bo aştiya li Rojhilata Navîn wan Dewleta Fîlîstînê nas kirine.

Di daxuyaniya Wezareta Karên Derve de işaret bi 'rewşa krîtîk a li Xezeyê' hate kirin û hate destnîşankirin ku ji bo aştiya li Rojhilata Navîn wan Dewleta Fîlîstînê nas kirine.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Komara Ermenistanê dilsoziya xwe ya bi pîvanên jiyana bi hev re ya aştiyane ya gelan, serwerî, wekhevî û hiqûqa navneteweyî piştrast dike û Dewleta Fîlîstînê nas dike."

Di daxuyaniyê de her wiha hate ragihandin ku Erîvan ji dil daxwaza aştiyeke mayinde dike.

Meha Gulanê Îrlanda, Spanya û Norwêcê Dewleta Fîlîstînê nas kiribûn.

Di halê hazir de dewleta Fîlîstînê li Efrîka, Asya, Başûrê Emerîkayê û Rojhilata Navîn ji aliyê 142 welatên endamê Neteweyên Yekbûyî ve tê naskirin.

Barbados, Jamaîka, Trînîdad û Tobago û Bahama jî ku çar dewletên Karabîkê ne, îsal dewleta Fîlîstînê nas kirin.

Bakurê Emerîka, welatên dewlemend ên li Rojhilatê Asya (Japonay û Koreya Başûr) û piraniya welatên li Rojavayê Ewropayê hîn jî tenê Îsraîlê nas dikin.