Ermenistan wê ji meha Sibatê ve bibe endamê fermî yê UCM’ê

Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî (UCM) ya li Laheyê ragihand ku Ermenistan ji bo beşdarbûna dadgehê bi awayekî fermî serlêdan kiriye û wê ji meha Sibatê ve bibe endam.

Serokê Ermenistanê Vahagn Haçaturyan, di meha Cotmehê de Statuya Romayê ku meta damezrîner a UCC’ê ye pejirand.

Ev pêngava Ermenistanê ji aliyê Rûsyayê ve bû sedema bertekê.

Di meha Adarê de UCM’ê ji ber ku zarokên Ûkranyayî ji bo  
Rûsyayê hatine dersînorkirin, derbarê Serokê dewletê Vladîmîr Pîtîn de biryara girtinê dabû.

Di daxuyaniya ku ji dadgeha navend Laheyê de hat kirin de wiha hate gotin, “Statu ji bo Ermenistanê dê di 1’ê Sibata 2024’an de bikeve meriyetê.”

Endamên UCC neçar in ku ger Pûtîn biçe xaka wan ew bigirin.

Ermenistan hêvî dike ku bi endamtiya UCM’ê xwe li hemberî Azerbeycanê biparêze. Azerbeycanê di meha Îlonê de bi piştgiriya dewleta Tirk û bêdengiya Rûsyayê Qerebaxê dagir kiribû.  

Di encama êrîşê de hema bêje tevahiya nifûsa Ermenî Komara Qerebaxê teriqandin. Tenê di nava çend rojan de piraniya kes ku nifûsa wê 120 hezar e, berê xwe dan Ermenîstanê.

Ermenistan di meha Cotmehê de li Dîwana Edaletê ya Navneteweyî (ICJ) de Azerbeycanê tawanbar kiribû ku li Qerebaxê “paqijiya etnikî” dike. Bakû jî ev sûc red kiribû.