Erka desteserkirina mafên karkeran radestî Macron hate kirin

Erk ji Serokkomarê Fransayê Macron re hate dayin, ku bi rêya biryarnameyê dikare Qanûna Xebatê bi rengekî ku bi kêrî karsazan bê, bguherîne. Sendîkayan li hemberî vê yekê banga grevê kirin.

Serokkomarê berê Françoîs Hollande, par xala 49.3 a Destûra Bingehîn bi kar anî û li Meclîsa Neteweyî, mafên karkeran bi rêjeyeke bilind kêm kir. Niha jî Serokkomarê nû Emmanûel Macron hewl dide vî mafî bi temamî ji holê rake.

Pêşnûmeya erkê dide Serokkomar ku bi biryarnameyê karibe  Qanûna Xebatê biguherîne, piştî Meclîsa Neteweyî li Senatoyê jî hate erêkirin. Pêşnûme qanûna ku komên çep ên li mûxalefetê li ber rabûn, ji aliyê endamên partiyê desthilatdar LREM û senatorên rastgir ên mûxalîf ve hate pejirandin.

Bi vî rengî wê Macron karibe bi rêya biryarnameyan, li gorî daxwaza karsazan mafên karkeran kêm bike.

Senatorên ji Fransa ya serî natewîne (France Insoumise) û Koma Çep û Demokratan (GDR) ku di dengdanê de dengê 'Na' dan, dan xuyakirin ku ji bo betalkirina pêşnûme qanûnê ew ê serî li Konseya Destûra Bingehîn bidin.

Wekî din, sendîkayan bang kirin ku 12'ê Îlonê li gelemperiya welêt ji bo 24 saetan grev were kirin. Gelek partiyên çepgir jî bang kirin ku roja 23'ê Îlonê li gelemperiya Fransayê çalakiyên mezin werin lidarxistin.