Erka avakirina hikûmetê hate dayîna Netanyahû

Li Îsraîlê tevî qonaxa duyemîn a hilbijartina hefteya borî hate kirin û şûnde, erka avakirina hikûmetê hate dayîna Serokwezîrê heyî Benjamîn Netanyahû.

Serokkomar Reûver Rîvlîn erka avakirina hikûmetê da Lîderê Lîkûd Netanyahû yê di hilbijartina 17’ê Îlonê de dengê kêm girt. Li gorî daxuyaniya ji aliyê Serokkomariyê ve hate dayîn, erka avakirina hikûmetê daye serokwezîrê niha heyî.

Netanyahû yê piştî biryarê û şûnde daxuyanî da daxwaza avakirina ‘hikûmetekî yekîtiya netewî’ ji bo namzetê îtifaqa muhalefetê ya ‘Şîn û Spî’ Benny Gantz a di hilbijartinê de yekem derketiye.

Netanyahû ragihand ku rêveberiya hikûmeta li gel Gantz bidin avakirin wê ‘wekhev û hevpar’ be, diyar kir ku wê hikûmeteke tevlîbûneke giştî be.

Parlementoya Îsraîlê ya ji 120 kûrsiyan pêk tê, piştî hilbijartina meha Nîsanê hate kirin û şûnde hikûmet nehatibû avakirin. Di hilbijartina 17’ê de partiya Netanyahû ji sedî 25,09 girtibû, rêjeya kursiyên xwe 6 kursî kêm kir û daket 32’an.

Îtifaqa Şîn û Spî ya bi namzetiya Benny Gantz jî ji sedî 35’ê dengan bi dest xistibû û hejmara kûrsiyê wê jî 33’ê ye.