ERGF: Şerê ji bo Qudsê şerê ji bo tevahiya Fîlîstînê ye!

Eniya Rizgariya Gel a Fîlîstînê (ERGF), li ser biryara Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) ku Quds weke paytexta Îsraîlê nas kir, daxuyaniyek da.

Daxuyaniya bi sernavê "Paşeroja Qudsê ne ji aliyê Trûmp ve, wê ji aliyê têkoşîna me ve bê diyarkirin" li ser malpera înternetê ya ERGF hate weşandin û hat gotin ku Trûmp li dijî gel û mafên Fîlîstînê şer îlan kiriye.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, biryara DYA tê wateya dijminatiya li gelan û hevkariya bi dewleta siyonîst re û bang li rêveberiya Fîlîstînê hate kirin ku dersê ji danûstandinan û tecrûbeyên hilweşîner ên serweriya DYA derxîne. ERGF xwest, peymana Osloyê tavilê bê betalkirin û berpirsyariyên wê nema bi cih bên anîn.

ERGF bang li gel û rêxistinên berxwedanê yên Fîlîstînê kir ku bibin yek, têkoşînê mezin bikin û li dijî biryara navborî bi hev re li ber xwe bidin. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Şerê ji bo Qudsê şerê ji bo tevahiya Fîlîstînê ye. Qûds ji bo me Hayfa, Safad, Yafa, Gazze, Ramallah û her gund û bjarên Fîlîstînê ye."

Di daxuyaniyê de bang li gelên Fîlîstîn û Ereb jî hate kirin ku li dijî emperyalîzm, siyonîzm û rejîmên paşverû yên Ereb rabin.