Erdogan Rheînmetall li qesra xwe vehewandiye!

Tevî pêkanînên rêveberiya Merkel jî, fîrma çekan a Elman Rheînmetall bi biryar e ku panzerên bi nirxê 7 mîlyar Euroyî li Tirkiyeyê çêbike. Derket holê, Erdogan di Mijdara 2015'an de menajerên Rheînmetallê ji bo vî karê şer li qesra xwe vehewandiye.

Di navbera fîrma parastinê ya Elmanyayê Rheînmetall û Saziya Endustriya Kîmya û Makîna ya Tirkiyeyê (MKEK) de heta niha ji bo hilberîna cebilxaneyê û modernîzasyonê gelek peyman hatine mohrkirin. Di nava vê projeyê de, modernîzasyona tankên Leopard û hilberîna cebilxaneya balafirên şer li Tirkiyeyê, derdikevin pêş.

Tevî pêkanînên hikumeta Merkel ên ji bo sekinandina projeyên çekan bi Enqereyê re û pêkanînên li dijî rejîma Erdogan, şîrketa mezin a çekan a Elman Rheînmetall karê xwe yê li Tirkiyeyê bê astengî mîna berê didomîne.

BAZARA QIRÊJ A ÇEKAN A RHEÎNMETALL

Di hejmara nû ya kovara nûçeyan a Elmanyayê Stern de hat ragihandin, Rheînmetall ji bo nekeve bi bandora rageşî krîza bi Enqereyê re, planek berî çend salan xistiye dewrê. Tê gotin, şefê Rheînmetallê Armîn Papperger fênekî kiriye û biryar daye ku ji bo tankên bide artêşa Tirk hê di sala 2015'an de li Tirkiyeyê dest bi hilberînê û ji bo vê jî çûye qesra Erdogan.

Kovara Sternê, wêneyên li Qesra Yildizê ya Stenbolê hatin kişandin û tê de Erdogan menajerên şîrketa Rheînmetallê pêşwazî dike, yekemcar weşand. Kovarê ragihand, piştî vê hevdîtinê ku bi Erdogan re şîv jî hate xwarin, di Kanûna 2015'an de hevdîtineke din jî hatiye kirin û biryar hatiye dayin ku hezar tankên nirxê xwe 7 mîlyar Euro ye bên hilberîn.

Ji xwe şîrketa çekan a Elman Rheînmetall, bêyî erêkirina hikkumeta Berlînê dikare bi Enqereyê re kar bike, ji ber ku Tirkiye endamekî NATO'yê ye.

ŞEFÊ RHEÎNMETALL GELEK CARAN BI GABRÎEL RE RÛDINÊ!

Armanca Musteşariya Pîşesaziya Parastinê ya Tirkiyeyê (SSM) ji projeyên bi fîrma Elman re dimeşîne ew e, ku artêşa Tirk bêyî bi derve ve girêdayî bimîne, cebilxaneya xwe bi xwe hilberîne. Şefê Rheînmetallê Armîn Papperger beriya niha dabû xuyakirin, ku ew nakevin nava nîqaşên polîtîk ên demkurt û wan porojeyên demdirêj çêkirine.

Kovara Sternê her wiha diyar kir, Papperger bi rengekî rêk û pêk hevdîtin bi Wezîrê Karên Derve Sîgmar Gabrîel re rûniştiye. Tevî pêkanînên ku hikumeta Merkel di meha Tîrmehê de li dijî rejîma AKP'ê eşkere kir, tê gotin, ti ji wezîrên li desteya wezîran li ber plana Rheînmetall a ji bo hilberîna panzeran li Tirkiyeyê ranebûye.

Rheînmetallê heta sala 2013'an bi sedan tankên Leopard firot Tirkiyeyê. Razemeniyên vê fîrmayê li Tirkiyeyê balê dikişînin. Herî dawî, Rheînmetall a ji Elmanyayê û fîrma hevpar a Tirk-Qatar BMC û RBBS ku Holdîng Etîka ya Malezyayê şirîkê wê ye, bûn namzet ku tanka bi navê "Altay" ji artêşa Tirk re hilberînin.

SÎEMENSÊ JÎ ÎHALEYEKE MEZIN JI ERDOGAN STAND

Di vê navberê de, îhaleya "Qadên çavkaniya enerjiya dikare bê nûkirin a enerjiya ba" ku yekemcar li Tirkiyeyê tê çêkirin, duh şîrketa Sîemensê ya Elman qezenç kiribû. Sîemens wê bi Turkerler-Kalyonê razemeniya ji 1 mîlyar dolarî ya li ser çêkirina navenda ba, pêk bîne.