Endamê berê yê îstîxbarata Îsraîlê: Netanyahû welêt tune dike

Sîxurekî berê yê ewlekariya navxweyî ya Îsraîlê Gonen Ben Itzhak ku yek ji kesayetê pêşeng ê tevgera protestoyî ya li dijî hikûmeta Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû, diyar kir ku Netanyahû welêt 'tune dike'.

Gonen Ben Itzhak, di jîyana xwe ya berê da sîxurek ku di ajansa bi hêz a îstixbarata navxweyî ya Îsraîlê Şîn Bet de kar dikir. Niha jî di nava wan kesan de ye ku polîtîkayên Serokwezîrê Îsraîlê protesto dikin.

Ben Itzhak ê 53 saliyê li mala xwe ya li Modîînê ji ajansa nûçeyan a Fransayê AFP'ê re axivî û got, "Ji min bawer bikin Netanyahû bi rastî jî gefa herî mezin e ji bo Îsraîlê, di dema Întîfada duyemîn (raperîna Filîstînê)  min hin terorîstên herî mezin dîl girt."

Endamê berê yê îstîxbaratê got, ''Serokê DYE'yê Joe Bîden destekvanê herî mezin ê Israîlê ye û Netanyahû tifî ser rûyê wî kiriye'' û ew sûcdar kir ku ''têkiliyên pir girîng ên bi DYE'yê re xira kirine.''

Bi mehan e Binyamîn Netanyahû ji ber şêwaza şerê li Xezeyê dimeşîne tê protesto kirin û banga îstîfayê lê tê kirin.

JI BO LI SER DESTHILATDARIYÊ BIMÎNE HER TIŞTÎ DIKE

Itzhak diyar kir ku Netanyahû ji bo ku ser desthilatdarê bimîne her tişt dike û got, “Ew tenê bi berjewendiyên xwe difikire. Îro Îsraîl ji hundir ve tê tunekirin. Sedema vê yekê Netanyahû ye. Netanyahû heta ku serî li ber hevalbendên xwe yên neteweperestên tund bitewîne, ewlekariya Îsraîlê hîn bêhtir qels dibe. Her tişt ji bo teqandinê niha amade ye."