Emerîkî ji sala 1999'an û vir ve hîn qelew û kinik in!

Li gorî statîstîkên tenduristiyê yên federal ên DYE'yê, Emerîkî li gorî sala 1999'an hîn qelew û kinik in.

Daneyên ku roja Pêncşemê hatin weşandin, li ser statîstîkên navbera salên 1999 û 2016'an e. Rapor bi navê "Natîonal Center for Health Statîstîcs" hate weşandin û tê de hate gotin ku hem jin, hem jî mêr di asteke bilind de qelew bûne.

Lêkolîn li ser 47 hezar mirovên zêdeyî 20 salî hate kirin.

Li gorî lêkolînê, di navbera salên 2015 û 2016'an de mêrên Emerîkî li dora 89,8 kg, jinên Emerîkî jî li dora 77 kg bûn. Di navbera salên 1999-2000'î de mêr 86 kg, jin jî li dora 74 kg bûn.

Emerîkî di heman demê de kiniktir bûn. Di navbera salên 2015-2016'an de bejna Emerîkiyan li dora 175,5 cm bû, di navbera salên 1999-2000'î de li dora 175,6 cm bû. Bejna jinên Emerîkî jî ji 162,1 cm daket 161,7 cm'yî.