Emerîka li rêveberên Îranî û malbatên wan hate qedexekirin

Rêveberiya Washingtonê ragihand, ku Emerîka li gelek rêveberên payebilind ên Îranî û malbatên wan hatiye qedexekirin.

Wezîrê Karên Derve yê DYE'yê Mike Pompeo diyar kir, qedexe li dijî 'Rêveberên Îranî û malbatên wan e' ku ji derfetên Emerîkayê sûdê werdigirin. Di daxuyaniya çapemeniyê de ku bi navê Pompeo hate weşandin hate gotin, "Rêveberên Îranî û malbatên wan di serî de perwerde, şahî û çandê ji gelek derfetên Emerîkayê sûd wergirtin."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, ku Serokê DYE'yê Donald Trump bi biryarnameyeke serokatiyê li rêveberên payebilind ên Îranê û malbatên wan hatina Emerîkayê qedexe kiriye.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku rêveberên elît ên li Îranê demeke dirêj ji 'derfetên civaka azad' ên Emerîkayê sûd wergirtin, lê belê wê êdî nikaribin jê sûdê werbigirin. Pompeo di daxuyaniya xwe de careke din îdîa kir ku Îran yek ji welatên sereke ye ku piştevaniya terorîzmê dike.