Ambargoya çekan a li ser Îranê 18’ê Cotmehê bi dawî dibe!

Ambargoya çekan a Konseya Ewlekariya NY ya li hember Îranê ya di çarçoveya peymana nukleerî de 18’ê Cotmehê bi dawî dibe. Li gorî Tehranê rabûna ambargoyê ji bo Washîngtonê ‘windakirineke dîrokî’ ye.

Peymana nûkleerî ya biryara hejmara 2231 a Konseya Ewlekariyê ya NY a firotina çek û amûrên giran ên leşkerî yên ji bo Îranê ku Tîrmeha 2015’ê li Viyanayê bi îranê re îmze kiribû, 18’ê Cotmehê bi dawî dibe.

Rêveberiya DYE’yê di meha Tebaxê de ketibû nava hewldanan ku Konseya Ewlekariyê ambargoyê dirêj bike û daxwaz kiribû ku ji nû ve pêkanînên navneteweyî pêk bên, lê di vê yekê de bi ser neket.

Rêveberiya Moskovayê di meha Îlonê de daxuyaniyek dabû û diyarkiribû ku di rewşekê de ku ambargo bidome, niyet bûne ku bi Îranê re di qadên leşkerî de lihevkirinê bikin. Çîn ji xwe ji 18’ê Cotmehê û şûnde niyeta xwe ya firotina çekan a ji bo Îranê naveşêre.

Berdevkê Wezareta Karê Derve ya Îranê Saîd Hatîpzadeh destnîşan kir ku dawiya vê heftê wê DYE wê ‘windahiyek dîrokî’ bijî. Hatîpzadeh got: “Îranê carekî din da nîşandan ku DYE weke ku îdîa dike ne bi hêz e.”

Serok Dewletê DYE’yê Donald Trûmp Gulana 2018’an ji peymana nûkleerî ya li gel Îranê yek alî jê derketibû, dest bi polîtîkayên pêkanînan kiribû. Îran jî piştî vê biryarê bi salêkê şûn ve, bi awayekî astî birayrên peymana nukleerî sînordar kiribû.