ELN: Agirbest di rewşeke xetere de ye

Tevgera gerîla ELN, ku bi hikumeta Kolombiyayê re danûstandinan dike hişyarî da û got, "Pêvajo di rewşeke xetere de ye. ELN'ê xwest, artêş dawî li hin operasyonên xwe yên dema dawî bîne.

Hikumeta Kolombiyayê ya bi serokatiya Jûan Manûel Santos, di Mijdara 2016'an de bi Yekîtiyên Şoreşger ên Çekdar ên Kolombiyayê (FARC) re peymana aştiyê îmze kir û ev peyman di meriyetê de ye. Hikumetê bi Artêşa Rizgariya Neteweyî (ELN) re jî meha Sibatê dest bi danûstandinan kiribû.

Di çarçoveya danûstandinan de ku li paytexta Ekvator Qûîtoyê tên meşandin, ji 1'ê Cotmehê û vir ve agirbest hatiye ragihandin.

ELN a ku zêdeyî 2 hezar û 500 hêza xwe ya gerîla û 7 hezar hêza xwe ya milîs heye, daxuyaniye da û diyar kir ku artêşa Kolombiyayê êrîşî herêmên gerîla kiriye.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku yekîneyên artêşê du caran êrîşî kampên gerîla kirine û hat destnîşankirin ku ligel vê yekê jî wan 'agirbest parastine'.

PÊVAJOYA AGIRBESTÊ DIKEVE NAVA REWŞEKE XETERE

ELN'ê bi bîr xist ku bi saya agirbestê, bêhn hatiye ber herêmên ku di bin bandora şer de bûn û diyar kir ku ev yek bi taybetî ji aliyê însanî ve girîng e.

Di dewama daxuyaniyê de bal hate kişandin ser aliyên erênî yên agirbesta du mehan û işaret bi hin xeteriyan hate kirin. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ji bo eşkerekirina kiryarên kuştina 9 gundiyan di xwepêşandaneke Tûmaco de, her wiha peydakirina kiryarê kuştina rojnamevanekî, hewl nehatiye dayin. Di daxuyaniyê de hat xwestin ku hikume zelal bike ku kiryarên van komkujiyan ji hêzên dewletê ne yan na.

ELN'ê tevî operasyonên li dijî gerîla bal kişand ser pêkanînên xerab ên li dijî girtiyan û hişyarî da ku bûyerên bi vî rengî zerarê didin pêvajoya agirbestê.