Elmanyayê kîjan tawîzên mezin da Erdogan?

Piştî berdana Peter Steûdtner ji aliyê rejîma Erdogan ve, Berlîn û Enqere li hev nerm bûn û ji bo vê jî Kurd kirin qurban.

Peter Steûdtner yek ji 10 wlatiyên Elman bû, ku ji aliyê rejîma Erdogan ve dîl hate girtin. Binçavkirin û girtina Steûdtner, têkiliyên aloz ên navbera hikumeta Merkel û rejîma Erdogan gihandibû asta qutbûnê. Heman piştî girtina Steûdtner, Wezîrê Karên Derve ye Elman Sîgmar Gabrîel hin pêkanînên li ser Tirkiyeyê eşkere kir. Ji van pêkanînan ên destpêkê; birîna alîkariya Yekîtiya Ewropayê ji bo Enqereyê, hişyariya ger û geştê li Tirkiyeyê û 'ji nû ve nirxandina garantiyên krediyê' bûn.

Piraniya van pêkanînan tenê hatin gotin û bi cih nehatin anîn. Beriya hilbijartina 24'ê Îlonê bilindkirina dengê xwe li dijî Erdogan li qadên mîtîngê, bûbû 'moda'. Piştî hilbijartinê ku Merkel bi ser ket, têkiliyên bi dewleta Tirk re li rewşa xwe ya berê vegeriyan, nerm bûn.

Di destpêkê de Merkel sozên ku li Berlînê da li Brukselê ji bîr kir. Piştre aktîvîstê ji Berlînê Peter Steûdtner ku bi îdîayên "endametiya rêxistina terorê" û "alîkariya ji bo rêxistina terorê" dihate sûcdarkirin, bi rengekî "surprîz" 25'ê Cotmehê de hate berdan. Hat ragihandin ku hevdîtina yek ji serokwezîrên berê yên Elmanyayê Gerhard Schroder bi Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan re pêk anî, pêşî li vê yekê vekir.

ALTMAÎER BI 'WEZÎFEYEKE VEŞARTÎ' BERÊ XWE DA ENQEREYÊ

Piştî ku Schroder ku Erdogan ji bo wî digot 'dostê min e' bi dewleta Tirk re deriyê têkiliyên xurt vekir, şêwirmendê Serokwezîr Merkel Peter Altmaîer di rojên dawî yên meha Îlonê de berê xwe da Tirkiyeyê.

Li gorî nûçeya yek ji kovarên nûçeyan ên Elmanyayê Focûs, Altmaîer yê ji karên taybet ên Merkel berpirsyar e, ji bo 'wezîfeyeke veşartî' bi Erdogan re rûnişt. Nûnerekî payebilind ê hikumeta Elman ku nexwest navê xwe eşkere bike ji kovarê re got, "Em hurmetê nîşanî hewldanên Schroder didin. Lê belê yê ku derî vekir Altmaîer ye."

Rayedar gotin anî ser wê yekê ku di hevdîtina bi Erdogan re 'tawîzên mezin' hatiye dayin û wiha dewam kir: "Ji bo berdana Steûdtner xelateke mezin hate dayin. Ji xwe ji vê mezintir jî nedibû." Peter Altmaîer, ku hikumeta Elman ji bo bazariyê bi Erdogan re bike şand Enqereyê, navekî tesadûfî nîne.

ÇIMA ALTMAÎER HATE HILBIJARTIN?

Di van rojan de ku alozî û krîza bi Tirkiyeyê re gihîşte asteke bilind, Altmaîer yê ji CDU, berevajî siyasetmedarên ji partiyên din, peyamên germ dida Enqereyê. Altmaîer ku digot, 'divê têkiliya bi hikumeta Tirk re ti carî neyê birîn', îdîa dikir ku ku ligel pêkanînên antî demokratîk ên rejîma Erdogan jî 'yekane welatê demokratîk ê li herêmê Tirkiye ye' û divê ew vê winda nekin. Lewma Altmaîer 'mûxatabekî maqûl' bû.

Tê meraqkirin ku ji bo destpêkirina pêvajoya nermbûnê, Elmanyayê kîjan berdêlên mezin daye. Mirov dikarin daxwazên sê salên dawî yên Enqere ji Berlînê dixwaze, bi sê sernavan destnîşan bikin; berfirehkirina peymana yekîtiya gumrukê, radestkirina kesên piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê xwe li Elmanyayê girtine û girtina tedbîrên hê girantir li dijî têkoşîna azadiyê ya Kurd.

Berevajî berfirehkirina yekîtiya gumrukê, Serokwezîr Merkel di hilbijartina 24'ê Îlonê de soz dabû dengdêrên xwe ku pêvajoya endametiya Enqereyê ya li Yekîtiya Ewropayê betal bike. Ji bo vê soza xwe li Brukselê bide jibîrkirin, çi jê hat kir. Radestkirina kesên xwe li Elmanyayê girtin û tê îdîakirin ku ji civata Gulen e, ne mijara nîqaşê ye. Rayedarên Elman gelek caran ji bo vê digotin, "Divê em destûra xwe ya bingehîn biguherînin."

GELO XELATA MEZIN 'KURD IN?'

Tenê daxwazeke Enqereyê li holê dimîne. Ew jî têkoşîna aktîf a li dijî tevgera Kurd e. Roja Şemiyê lib ajarê Dusseldorfê yê Elmanyayê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyeke girseyî hate kirin. Êrîşa polîsên Elman a li vê çalakiyê, nîşan dide ku Berlînê bi vê êrîşê re 'xelata mezin' daye rejîma Erdogan.

Wê rojê, ne tenê ji eyaleta NRW, ji gelek eyaletên din jî yekîneyên polîsan ên taybet li Dusseldorfê hatin wezîfedarkirin. Dema ku polîsan êrîşî Kurdan dikirin, siyasetmedarê sosyal demokrat ku di rojên dawî yên Wezareta Karên Derve û qada siyasetê de ye, Sîgmar Gabrîel li Antalyayê bi Wezîrê Karên Derve yê Tirk Mevlut Çavûşoglû re bû û wêne bi hev re dikişandin.

Balkêş e ev hevdîtin û wêneyên Gabrîel ê li ber çûyinê ye bi Çavûşoglû re, j ialiyê siyasetmedarên sosyal demokrat û partiya Keskan ve bi kêfxweşî hate pêşwazîkirin. Siyasetmedarê ji SDP'ê Nîels Annen ji ajansa nûçeyan a Elman (DPA) re axivî û got, "Ji bo pêkhatina diyalogê di dawiya dawî de agahiyeke kêfxweş, hat."